Kanala ROJAVA TV

YRJ’Ê LI DIJÎ BIRYARÊN DARVEKIRINÊ, 36 HEZAR Û 398 ÎMZE KOMKIRIN

Di kampanyaya “Na Ji Darvekirinê Re” ku YRJ’ê li dijî biryarên darvekirinê yên li Îranê dabû destpêkirin de, 36 hezar û 398 îmze hatin komkirin.

Yekîtiya Ragihandina Jin YRJ’ê bi Kongireyek çapemeniyê encamên kampanyaya “Na ji Darvekirinê Re” ku 12`ê Tebaxa 2024’an li hemberî biryarên darvekirinê ku dadgehên Îranê derbarê rojnamevan û çalakvanên jin Şerîfa Muhemedî û Pexşan Ezîzî de dabûn, hatibû destpêkirin eşkere kirin.

Di kongireyê de hat diyarkirin ku bi giştî 36 hezar û 398 îmze hatin komrkirin, her wiha wê dê encamên kampanyayê ji Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî, Rêxistina Mafê Mirovan û Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas re bên şandin..

YRJ’ê di dawiyê de got ku ew encama kampanyayê erênî dibînin û piştgiriyeke baş ji bo wan hat dayîn..