NIVÎSGEHA EMPÊRAN A REQAYÊ SAETÊN XEBITANDINA JENERATORÊN BAJÊR DIYAR KIR
Nivîsgeha Empêran a girêdayî Şaredariya Gel a kantona Reqayê, saetên xebitandina jeneratoran diyar kir. Her wiha cezayên darayî derheqê binpêkirin an jî derbaskirina bihayê diyarkirî, aşkere kir.
Nivîsgehê destnîşan kir ku demjimêra karkirina jeneratoran ji bo taxên ku kehrebe lê tê peydakirin çar saet e û ji bo taxên ku xebatên sererastkirina şebekeya xerabûyî lê didomin jî, 8 saet in.
Şaredariyê nirxê yek emperê 9 hezar lîreyên Sûrî destnîşan kiriye û her kesê ku vê nirxê binpê bike dê bi cezayê pereyan ji 1 Milyon heya 4 Milyon lîreyên Sûrî, bê cezakirin.