MALBATÊN ŞEHÎDAN Û KOMBÛNA JINÊN ZENÛBYA HEDEFGIRTINA ROJNAMEVANAN ŞERMEZAR KIRIN
Meclisa malbatên şehîdan ya Helebê û kombûna jinan a Zenûbya ya kantona Minbicê bi daxuyaniyên cuda hedefgirtina rojnamevanan şermezar kirin.
Her wiha diyar kirin ku, ew ê bi hemû hêza xwe ji bo tolhildana xwîna şehîdan têbikoşin.
Her ku diçe, karvedan û nerazîbûnên li hember hedefgirtina rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn zêdetir dibin.
Sazî, meclis û rêxistinên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyên cuda komkujiya li dijî rojnamevanan şermezar dikin.
Têkildarî mijarê Meclisa malbatên şehîdan ya Helebê daxuyaniyek da û êrîş bi tundî şermezar kir.
Meclisê di daxuyaniya xwe de got, êrîş di çarçoveya konsepta qirkirina gelê Kurd û tepeserkirina vîna çapemeniya azad de pêk hatiye.
Her wiha da zanîn ku, armanca êrîşan têkbirina vîna gelê Kurd û rêlibergirtina ragihandina rastî û reseniya şoreşên gelê Kurd e.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê soza mezinkirina asta têkoşînê da. Her wiha bang li rêxistinên parastina mafên rojnamevanan kir ku erkên xwe pêk bînin û kujeran darizînin.
Her wiha kombûna jinan a Zenûbya ya kantona Minbicê jî bi daxuyaniyekê hedefgirtina rojnamevanan şermezar kir.
Kombûnê da zanîn ku, armanca dagirker û hêzên hegemon qirkirina vîna jinan û tarîkirina dengê heqîqetê ye.
Her wiha diyar kir ku, her du jinên rojnamevan Gulistan Tara û Hêra Bahadîn di oxira ragihandina rastî û heqîqetê de canê xwe feda kirin.
Di beşekî din de Kombûna Jinan a Zenûbya ya kantona Minbicê got, êrîşên li dijî rojnamevanan binpêkirina tevahî yasayên navdewletî ye.
Kombûnê êrîş weke komkujiyeke hovane bi nav kir û bi dengekî xurt û hevgirtî tekezî li ser şopandina rêk û doza şehîdan kir.