Kanala ROJAVA TV

MÎHRÎCANA 9’EMÎN A ZAROKAN BI COŞEKE MEZIN BI DAWÎ BÛ

Mîhrîcana 9’emîn a Zarokan ku li hola Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajarê Rimêlanê li dar ketibû, bi coşeke mezin bi dawî bû.

Çalakiyên mîhrîcanê di roja dawîn de bi beşdariya 14 koman û amadebûna bi sedan xelk û zarokên bajarên Girkê Legê, Çilaxa, Tirbespiyê û Dêrikê dewam kir.

Di bernameya roja duyemîn û dawî de koma Zarokên Hîlal, koma Zarokên Dêrikê, koma Zarokên Girê Fatê û koma Zarokên Til Koçer şano pêşkêş kir.

Her wiha koma Kulîlên Girbawî, koma Kulîlkên Rojava ya ji Qamişlo, koma Şehîd Viyan Soran, koma Avaşîn a ji Dêrikê mûzîk pêşkêş kir, her wiha koma Baz fotbol û koma Berberek dîlan pêşkêş kirin.

Mîhrîcan bi gerandina govendê ji hêla komên beşdar û şêniyan bi dawî bû.