PYD KONGREYA XWE YA YEKEMÎN LI KANTONA MINBICÊ LI DAR XIST
Partiya Yekitiya Demokratîk PYD ya Kantona Minbicê kongreya xwe ya yekemîn li dar xist û tê de rêveberiya xwe ya bajêr diyar kir.
Kongre bi diruşmeya ˊRêxistinbûn û parastin bingeha avakirina civaka siyasî, demokratîk û azad eˊ li hola Navenda Çand û Hunerê ya bajêr hate organîzekirin.
Di kongreyê de endamên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya, Meclisa Malbatên Şehîdan û endamên Meclisa Giştî ya PYDˊê beşdar bûn.
Di kongreyê de rewşa siyasî hate şîrovekirin û perspektîvên Rêber APO ên der barê projeya neteweya demokratîk de hatin xwendin.
Kongre bi encamnameyekê bi dawî bû. Her wiha Meha El Hac Elî û Xidir Mihemed weke hevserokên PYD’ê hatin hilbijartin.