Kanala ROJAVA TV

LI HERÊMÊ HELWESTA LI DIJÎ HEDEFGIRTINA ROJNAMEVAN ZÊDETIR DIBE

NEWROZ DEMHAT - ROJNAMEVAN

di heman mijarê de rojnamevan Newroz demhat jî diyar kir ku konsepta ku niha tê meşandin komsepta qirkirina jinan û gelan e.

Newroz demhat got ku karê rojnamevantî ne sûc e, rojnamevantî parastin û nirxê gel e.

Dewleta Tirka dagirker di 23’ê Tebaxa 2024’an li navçeya Seyîdsadiq a girêdayî bajarê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê, wesayîta rojnamevanan hedef girt, Di encamê de 2 rojnamevanên jin Gulîstan Tara û Hêro şehîd bûn

Dweleta Tirk a dagirker ev êrîş di heman roja salvegra hedefgirtina tîma jin tv yê li rojavayê kurdistanê de pêk anî.

Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî Jinên rojnamevan û rêxistnên jinan, êrîşa dewleta Tirk a li dijî rojnamevanên jin bi tundî şermezar kirin.

rojnamevan Newroz Demhat ji Rojava Tv re axivî û got ku konsepta ku niha tê meşandin komsepta qirkirina jinan û gelan e.