DESTEYA ÇANDÊ 9’EMÎN PÊŞANGEHA HUNERÊN BEDEW LI REQAYÊ VEKIR
Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma “Bi ritma rengên sûriyê” 9’emîn pêşangeha salane ya hunerên bedew vekir.
pêşangeh bi amadebûna hunermendên hunerên bedew ji hemû kantonên herêmê û Meclisa Rêveber a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hola El erd El Seîde ya li kantona Reqayê bi rêve çû.
Pêşangeh bi axaftina Meclisa Rêveber û Desteya Çandê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate vekirin di nava axaftinan hat diyar kirin ku ew piştgiriyê didin hemû çalakiyên ku asta şaristaniya çandî li Sûriyê bilind dikin.
piştre Fîlmek belgeyî li ser jiyana hunermendê navdewletî yê ji bajarê Hesekê yê Sûriyê Omer Hemdî hate pêşandan û çalakî bi pêşkêşkirina tabloyên hunerî ji aliyê hunermendên hunerên bedew ve berdewam bûn.
pêşangeh dê bi çalakiyên xwe yên hunerî û çandî sê rojan berdewam bike..