YRJ: ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ VÎNA ÇAPEMENIYA JINA AZAD TÊK NABE
Yekîtiya Ragihandina Jin YRJ’ê têkildarî êrişa duh li dijî rojnamvenan li Silêmaniya Başûrê Kurdistanê pêk hat û di encamê de rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Behadîn şehîd bûn daxuyanî da û tekez kir ku êrişên dagirkeriyê wê ti carî vîna çapemeniya jina azad têk nebe.
Daxuyanî bi beşrariya rojnamevanên herêmê li navenda mihemed şêxo ya hat dayîn.
Di daxuyaniyê de êriş hate şermezarkirin û hate gotin, hedefgirtina rojnamevanan sûcekî dermirovî û derexlaqî li hemberî ramana azad e.
YRJ’ê diyarkir ku Çapemeniya azad hişmendiya dagirkeriyê û kiryarên wê derdixe pêş çavan, lewma her tim dibe hedefa dagirkeriyê û got êriş encama tifaqa qirêj a Iraq, Tirkiyê û sîxuriya PDK’ê bû û divê dewleta Tirk ji ber van sûcan bê darizandin.
YRJ’ê di kesayeta rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Behadîn de tevahî şêhîdên çapemeniya azad bibîranîn û got Ji bo parastin û mezinkirina mîrasa şehîdan em ê bi biryardariyeke mezin têbikoşin û bibin şapdarên van hevryên xwe.
Daxuyanî bi slogana “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.