Kanala ROJAVA TV

JI BO ŞEHÎD MAZLÛM DOGAN MERASÎMA XIYABÎ HATE LIDARXISTIN

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehba ji bo gerîlayê HPGˊê şehîd Mazlûm Dogan (Besam ‎Alî) li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê a bajarokê Ehrezê merasîmeke xiyabî li dar xist. ‎
Bi sedan koçberên Efrînê, şêniyên Şehbayê û endamên saziyên sivîl, beşdarî merasîmê bûn.‎
Di merasîmê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Kongra Star axavtin hatin kirin, sersaxî ji malbata ‎şehîd re hate xwestin û hate gotin Dema dagirker li çiyayên Kurdistanê li hemberî berxwedana gerîla ‎têk diçe, gelê Rojava dike armanc. ‎
Gerîla Mazlûm Dogan di 17ˊê Adara îsal de di bersivdana êrişên dagirkeriyê li ser Herêmên Parastinê ‎yên Medyayê de şehîd bû.‎