LI HESEKÊ SEMÎNEREK LI SER GIRINGIYA DÎPLOMASIYÊ HATE DAYÎN
Yekîtiya Rewşenbîrên kantona Cizîrê li ser girîngiya dîplomasiyê û çawaniya bikaranîna wê, semînerek li bajarê Hesekê li dar xist.
Semîner di bin sernavê ˊDîplomasiya civakî û rola wê di avakirina neteweya demokratîk deˊ ji aliyê endamê yekitiyê Ebdulwehab Pîranî ve hate pêşkêşkirin.
Pîranî di pêşkêşkirina semînerê de got divê dîplomasî di nava saziyên Rêveberiya Xweser de were bikaranîn, da ku têkiliyeke xurt di navbera wan û gel de bê avakirin.
Her wiha di semînerê de behsa giringiya dîplomasiya rast ya ji bo pêşxistina civakan jî hate kirin.
Dûre beşdaran jî nêrînên xwe anîn ziman.