Kanala ROJAVA TV

REWŞENBÎRÊN CIZÎRÊ: HEDEFGIRTINA BINESAZIYÊ TÊKÇÛNA DEWLETA TIRK NÎŞAN DIDE

Endamên yekîtiya rewşenbîran yên kantona Cizîrê dibêjin, hedefgirtina deverên xizmetguzariyê nîşana lawazbûna dewleta Tirk a dagirker in.
Her wiha endamên yekîtiya rewşenbîran piştrast kirin ku, hevgirtina gelên herêmê dê tevahî planên hêzên têkder têk bibe.

REWŞENBÎRÊN CIZÎRÊ: HEDEFGIRTINA BINESAZIYÊ TÊKÇÛNA DEWLETA TIRK NÎŞAN DIDE

Piştî jinavbirina planên têkbirina aramiya Dêrazorê, careke din dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir kirine.

Di heyama çend rojên derbasbûyî de dewleta Tirk, derdora nexweşxaneya Dil û Çav û navenda Asayîşê yên li bajarê Qamişlo, her wiha Çiyayê Qereçoxê bombebaran kirin.

Di encama êrîşan de, zerer û ziyanên madî pêk hatine.

Endamên yekîtiya rewşenbîran yên kantona Cizîrê dibêjin, hedefgirtina deverên xizmetguzariyê nîşana lawazbûna dewleta Tirk a dagirker in.

Her wiha endamên yekîtiya rewşenbîran piştrast kirin ku, hevgirtina gelên herêmê dê tevahî planên hêzên têkder têk bibe.

Tevî ku hevpeymaniya navdewletî weke hêzeke garantor nav li xwe dike, lê heta niha li hember êrîşan ti helwest nîşan nedaye û gavên pratîkî neavêtiye.