SALEK DI SER HEDEFGIRTINA EKÎBA JIN TV RE DERBAS BÛ
Salek di ser êrîşa dagirkeriya tirk a li dijî ekîpa jin tv re derbas bû.
23 ê tebaxê sala borî dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bê mirov erebeya Jin TV li ser riya Qamişlo – Amûde bombebaran kir, di encamê de karmendê Jin TV nicmedîn Sînan Şehîd û nûçeghana wan Delîla Egîd jî birîndar bûn.
Di 23 ê tebaxê sala 2023’yan de dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bê mirov erebeya Jin TV li ser riya Qamişlo – Amûde bombebaran kir û di encamê de karmendê Jin TV nicmedîn Sînan Şehîd û nûçeghana wan Delîla Egîd jî birîndar bûn.
Îro salek di ser wê bûyerê re derbas dibe û heta niha jî ne dewleta tirk li ser bûyerê hatiye cezakirin ne jî êrîşên xwe yên li dijî herêmê û rojnamevanan ranewestandiye.
Armanca dewleta tirk a sereke ji êrîşên li dijî rojnamevanan birîna dengê rastiyê ye, lê israra jin tv ya şopandin û derxistina heqîqetê piştî êrîşê bihêztir bûye.
Girêdayî mijarê nûçeghana Jin TV loristan derwîş got em weke rojnemevan emê her dem kar û xebatên xwe berdewam bikin û dewleta tirk û hevalbendên wê tu carî nikarin dengê heqîqetî biçewisînin.
Ji aliyê xwe ve rojnemevan nazik kêtkanî diyar kir ku dewleta tirk ji roja yekem a destpêkirina şoreşa 19’ê ve destkeftiyên şoreşê hedef dige û ji ber ku jin tv yek ji berhemên şoreşê ye hate hedefgirtin …
Ji dewleta Tirk a dagirker ji bo veşartina rastiyan û rêlibergirtina seketina şoreşê xebatkarên çapemeniya azad hedef digre, lê rojnamevanên ku şopa Gurbetelî Ersoz û Seyîd Evranan dişopînin, herdem xebatên xwe didomînin.