Kanala ROJAVA TV

EFRÎN BI DESTÊ DAGIRKER Û MÊTINGERAN TÊ ÇOLKIRIN

têkildarî birîn û şewitandina daran li Efrînê Çalakvanê Mafê Mirovan Îbrahîm Şêxo diyar kir ku Dewleta Tirk û çeteyên wê xwezaya Efrînê bin pê dike .

her wiha da zanîn ku dewleta Tirk zeyta zeytûnên Efrînê, ji bazarên Rojhilata Navîn bigre, heta bi Amerîkayê di bin navên markeyên Tirkî de difiroş e.

Piştî dagirkirina Efrînê di Adara sala 2018 an de ji aliyê Dewleta Tirk a Dagirker ve, hemû darstan û darên bi berhem û xwezaya Efrînê bi giştî rastî binpêkirinan tê .

Darên bi berhem û temenên wan bi salan e bi armancên cûda têne birîn û şewitandin .

Çete li şûna wan baregehên xwe yên leşkerî ava dikin ,Ev kiryar di gelek raporên Hiqûqî de hatine nivîsandin û tesbîtkirin jî .

Têkildarî Mijarê Çalakvanê Mafê Mirovan Îbrahîm Şêxo diyar kir ku Dewleta Tirk û çeteyên wê xwezaya Efrînê bin pê dike .

Îbrahîm Şêxo da zanîn ku dewleta Tirk zeyta zeytûnên Efrînê, ji bazarên Rojhilata Navîn bigre, heta bi Amerîkayê di bin navên markeyên Tirkî de difiroş e.

Li Gorî rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn Sûriyê nêzî 65 ji sedî darên daristanan û Zêdetirî 9 mîlyon darên sirû, hinar, zeytûn û gûzan hatine şewitandin .

Her wiha zêdetirî 500 hezar darên zeytûnê hatine birîn û zêdetirî 25 hezar dar hatine şewitandin û 20 hezar dar jî ji qûrmê wan ve hatine hilkirin.