Kanala ROJAVA TV

RÊXISTINA SARA YA KOBANÊ LI DIJÎ TUNDIYA LI SER JINAN TÊDIKOŞE

Rêveberiya Rêxistina Sara ya kobanê Kamila Elî ji Rojava TV re behsa karûxebatên rêxistinê yên ji bo rêgirtina li ber tundiyê dike.

Kamila Elî behsa hemleya xwe ya vê dawiyê li dijî tundî û xwekuştinê destpêkiribû jî dike û dibêje ku hemleyê bandoreke erênî li jin û civakê kir. .

bi salan jinên sûriyê bindest bûn û rastî tundiyê dihatin, li gel wê jî ji maf û azadiya xwe bêpar bûn.

bi destpêkirina şoreşa 19’ê tîrmehê re, jinan azadiya xwe bidestxistin û saziyên xwe yên xweser ku mafê tevahî jinan diparêzin û rê li ber tundiyê digrin, damezrandin.

yek ji wan jî, rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan e, ku ji destpêka damezrandina xwe ve ji bo rêgirtina li ber tundiyê dixwebite.

derbarê de Rêveberiya Rêxistina Sara ya kobanê Kamila Elî ji Rojava TV re behsa karûxebatên xwe dike

Kamila Elî dibêje li dijî rewşên xwekuştinê û tundiya li dijî jinan wan beriya demekê dest bi hemleya ; ‘Em Hevî Ne, Em Aştî Ne’ kiribû û wê hemleyê jî bandoreke xwe yê erênî li jin û civakê kiribû.

Rêxistina Sara li ser kêmkirina şîdeta li ser jinan, bi pêkanîna bernameyên parastin û bihêzkirina jinan, ,lêkolînên têkildarî pirsgirêkên jinan dike.
Rêxistin bi berdewamî zagonên malbatê ji civakê re şîrove dike û semînerên geşkirina asta rewşenbîriyê saz dike.