Kanala ROJAVA TV

CIWANÊ KURD ŞÊRZAD ŞERO AMADEKARIYÊN DERXISTINA DÎWANEKÊ BI NAVÊ KURDISTAN DIKE

Şêrzad şero yê temen 20 salî ku li bajarê Qamişlo jiyan dike ji zaroktiya ve bi kurdewariyê ve ‎girêdaye û di nava lêgerîna li rastiya kurdistanê de ye.‎

Ji ber ku bavê Şêrzad helbestên seydayê cegerxwîn dixwendin ew jî bandor bû û ev 5 salin, dest ‎bi nivîsandina helbestan kiriye.‎

Şêrzad şero piştî 5 salan êdî amadekariyên derxistina yekem dîwana xwe dike û dibêje wî navê ‎kurdistan li dîwanê kiriye û dixwaze bi vê yekê serpêhatiyên gelê kurd nîşanî her kesî bide.‎

Şêrzad şero ji ROJAVA TV re behsa destpêkirina xwe di warê helbestê dike.‎

Min navê kurdistan li dîwan xwe kir ji bo ku ez têde êş û azarên gelê kurd û dîroka wan bidim ‎xuyakirin. ‎

Şerzad şero dibêje ku heta sala 2025’an dê ev dîwan were weşandin û wê tevahî serpêhatiyên ‎gelê kurd têde werin nivîsîn . ‎