Kanala ROJAVA TV

XELKÊN QAMIŞLO CENAZEYÊ Ş.AMIR EL HESEN OXIR KIRIN

Xelkên bajarê Qamişlo, bi merasîmekê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Amir Ehmed El Hesen yê ku di 20’ê Tebaxê de dema li ser erka xwe bû, şehîd bû li goristana Ş.delîl saroxan oxirkirin.
Bi sedan xelkên bajarê qamişlo, Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn , Meclîsa Malbatên şehîdan, endamên sazî û dezgehên rêveberiya xweser tevlî merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyê azadiyê destpêkir, paşê axavtin hatin kirin û axêveran soza şopandina xeta şehîda nû kirin..

Di dawiyê de wesiqeya şehîd amir hat xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

beşdaran cenazeyê şehîd bi dirûşmên şehîd namirin oxirkirin.