ŞAREDARIYA REQAYÊ JI BO PAQIJKIRINA BAJÊR GIRÊBEST LI GEL KOMPANYAYEKÊ ÎMZE KIR
EHMED HEMÊ- RÊVEBIRÊ BEŞÊ PAQIJIYÊ YÊ ŞAREDARIYA REQAYÊ
Şaredariya gel a kantona Reqayê ji bo paqijkirina kolanên bajêr, girêbest li gel kompanyayekê îmze kiriye.
Şaredariyê girêbesteke 3 mehî ligel kompanyayekê îmze kiriye û ew kompanya bi awayekî rojane ji demjimêr 7’ê sibehê heta 12’ê êvarê kolanên bajêr paqij dike.
Di hemleya paqijiyê de zêdetirî 100 karkerên jin û mêr dixebitin.
Li gorî rêveberiya şaredariya Reqayê, armanca wan paiqjkirina kolanên bajêr e.
Heya niha bi rêjeya ji sedî 80 ji deverên armanckirî di nav bajêr de hatine paqijkirin .