Kanala ROJAVA TV

DESTEYA TENDURISTIYÊ YA FIRATÊ: ÊRÎŞÊN LI SER QADÊN TENDURISTIYÊ SÛCÊN DERMIROVÎ NE

desteya tenduristiyê ya kantona Firatê bi daxuyaniyekê hedefgirtina derdora nexweşxaneya Dil û Çav a bajarê Qamişlo şermezar kir.
di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, êrîşên li ser sivîlan û qadên tenduristiyê sûcên dermirovî ne.
her wiha hate destnîşan kirin ku dewleta Tirk bi rêya êrîşên xwe dixwaze gelê herêmê ji xizmetên tenduristiyê bê par bihêle .
di dawiyê de bang li deste û rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku li hemberî hovîtîyên dewleta Tirk ên li ser gelên Herêmê xwedî li berpirsiyariya xwe derkevin.