BANGÊN JI BO PÊKANÎNA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO ZÊDETIR DIBIN
BEDRAN HEMO- BERDEVKÊ RÛSPIYÊN ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ
Berdevkê Rûsipiyên taxa şêxmeqsûd û eşrefiyê Bedran Hemo tecrîda li dijî rêber Apo bi tundî şermezar kir û da zanîn ku pirojeya netewa demokratîk ya Rêber APO dê bibe nasnameya gelan.
Dewleta tirk a dagirker zêdetirî 41 meh an tecrîdeke giran li dijî Rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye û rê nade ne malbat û ne parêzer hevdîtinê li gel Rêber Apo pêk bînin.
li hemberî tecrîda girankirî û ferzkirina cezayên displînê li dijî rêbertî, bertek û nerazîbûnên tund derdikevin.
Têkildarî mijarê berdevkê rûspiyên taxa şêxmeqsûd û eşrefiyê Bedran Hemo got, armanca tecrîdê têkbirina felsefeya Neteweya Demokratîk e.
Her wiha Bedran Hemo dan zanîn ku, projeya neteweya demokratîk dê bibe nasnameya gelan.
Beriya niha bi çend rojan parlementerê Dem Partiyê Omer Ocalan ku di heman demê de biraziyê Rêber APO ye, ji bo pêkanîna hevdîtinê serlêdan kiribû.