Kanala ROJAVA TV

PYD’Ê JI BO NÎQAŞKIRINA NASNAMEYA KURDÎ YA BERÎ Û PIŞTÎ ŞOREŞÊ KOMXEBATEK LI DAR XIST

PYD’ê li bajarê Qamişlo ji bo nîqaşkirina nasnameya Kurdî û gelên Sûriyê di pergala neteweya demokratîk de komxebatek li dar xist.
Di komxebatê de hate gotin, gelê Kurd beriya şoreşê ne xwedî hebûn bûn, lê piştî şoreşê Kurdan hebûn û mafên xwe bi dest xistin.

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê di bin sernavê “Pênasekirina nasnameya Kurdî û gelên Sûriyeyê di pergala neteweya demokratîk de” komxebatek li dar xist.

Komxebat bi beşdariya rewşenbîr, endamên partiyên siyasî, Kongra Star û parêzeran li bajarê Qamişlo hate lidarxistin.

Di komxebatê de mijarên weke “Pêşveçûna sosyolojîk, çandî û siyasî ya nasnameya kurdî, berî û piştî şoreşa Rojava” û “Nasnameya Kurd a siyasî ya piştî şoreşê û perspektîfa çareseriya doza kurdî li Sûriyeyê” hatin nîqaşkirin.

Beşdarên komxebatê diyar kirin ku, piştî berbelavbûna ramanên Rêber APO gelê Kurd derbasî qonaxeke nû bû.

Di demekê de ku beriya şoreşê, Hikûmeta Şamê hebûna gelê Kurd mandele dikir, lê piştî şoreşê gelê Kurd hebûn û nasnameya xwe bi van komxebatên weha gotûbêj dikin.