Kanala ROJAVA TV

SIYASETMEDARÊN REQAYÊ: ARMANCA DAGIRKERIYA TIRK XISTINA PROJEYA NETEWA DEMOKRATÎK E

Siyasetmedarên Reqayê destnîşankirin ku her hewldanek ji bo têkbirina projeya neteweya demokratîk wê rastî berxwedaneke berfireh a gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê were.
Siyasetmedaran gotin: Armanca projeya rêveberiya xweser bidestxistina Sûriyeke piralî û nenavendî ye.

Dagirkeriya Tirk bi hêviya dagirkirina herêmên nû ji axa Sûriyê, her weha têkbirina projeya neteweya demokratîk ku armanca wê rizgarkirina hemû gelê Sûriyê ye, aloziya Sûriyê ji xwe re bi kar tîne.

Lê gelên herêmê li hemberî hemû planên dagirkeriyê û hewldanên wê yên bi sûc radiwestin.

Di vê derbarê de, siyasetmedarên kantona Reqayê gotin: Eger armanca Tirkiyê dagirkerî be, armanca me jiyaneke bi rûmet e û di çarçoveya pirojeyeke demokratîk de ye, û ji bo parastina wê projeyê em ê têbikoşin.

Siyasetmedaran destnîşan kirin ku ew ê nehêlin Tirkiye axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike qadeke ku Tirkiye tê de armancên xwe yên dagirkeriyê pêk bîne û modela rêveberiya xweser wê bibe destpêka Sûriyeyeke piralî û ne navendî.

Ji roja yekem a damezrandina Rêveberiya Xweser ve, gefên dewleta dagirker ên ji bo têkbirina ewlehiya herêmê berdewam dikin.

Li hemberî van hewldanên dagirkeriyê, yekane çeka ku di destê rêveberiya xweser de heye, yekrêzî û hevgirtina pêkhateyan e.