Kanala ROJAVA TV

BERTEKÊN LI DIJÎ ÊRÎŞÊN LI SER HERÊMÊ ZÊDE DIBIN

Dewleta tirk a dagirker êrîşên xwe yên bê ser û ber li seranserî herêma bakur û rojhilatê sûriyê didomîne.

Dagirkeriyê Ji destpêka meha Tebaxê ve, derdora kargeha zeytê ya li bajarokê Girbawî yê başûrê bajarê Qamişloyê û çiyayê Kizwana yê ser bi Hesekê ve bombebaran kiribû

Herî dawî jî beriya 2 rojan dagirkeriya tirk derdora Nexweşxaneya Dil û Çavan a Qamişlo hedef girt di encamê de sivîlek şehîd bû û 4 silîv jî birîndar bûn..

bertek û nerazîbûnên li dijî êrîşên dagirkeriyê roj bi roj bihêrstir dibin, Endama kongra star a bajarê Amûdê şehnaz ibrahîm da zanîn ku, dagirkerî armanc dike gel koçber bike û herêmê dagir bike.

ji aliyê xwe ve Rêvebera kongra star a Amûdê Nûra Hisên jî bang li aliyên peywendîdar kir ku, ji bêdengiya xwe derkevin û rê li ber êrîşên dagirkeria tirk bigrin.

Rêveberiya Xweser jî bi daxuyaniyekê da xuyakirin ku Hedefgirtina derdora Nexweşxaneya Dil û Çavan a Qamişlo tê wateya ku Tirkiye di siyasetên xwe yên qirkirinê, planên xwe yên têkbirina aramiya herêmê û rêgirtina li ber pêşketina qadên xizmetguzarî û tenduristî de, bi îsrar e.