LI QAMIŞLO ROLA DÎPLOMASIYA CIVAKÎ YA DI KARÛBARÊN CIVAKÎ DE HATE NÎQAŞKIRIN
Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya TEV- DEM’ê û Yekîtiya rewşenbîran yên kantona Cizîrê, ji bo nîqaşkirina dîplomasiya civakî, semînerek li dar xistin.
Semîner bi beşdarbûna endamên her du aliyan, rewşenbîr û nûnerên saziyên civaka sivîl li baxçeyê xwendinê yê li bajarê Qamişlo hate lidarxistin.
Berpirsa komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya TEV- DEM’ê Cîhan Hisên semîner pêşkêş kir û behsa rola dîplomasiyê ya di nava civakê de kir.
Cîhan Hisên got, hêzên netew- dewlet dîplomasiyê li gorî berjewendiyên xwe bi kar tînin û ew ji xizmeta civakê bi dûr xistine.
Endamê Meclisê TEV- DEM’ê Xerîb Hiso jî da zanîn ku, li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya neteweya demokratîk de, dîplomasiyeke rast tê meşandin.
Di dawiyê de beşdaran jî nêrînên xwe bi parve kirin.