LI KANTONA EFRÎN Û ŞEHBA TECRÎD HAT ŞERMEZARKIRIN
Însiyatîfa Gel a Kantona Efrîn û Şehba ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li gundê Babinisê meşek organîze kir, Di meşê de bi hezaran xelkê herêmê beşdar bû.
Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, pankarta ˊEy Serokê me tu yî roja meˊ hatin hildan.
Li stadyûma gundê Babinisê, meş vegerî mîtîngê. Li wir endama rêveber a Kongra Star Ruweyde Ehmed tecrîd şermezar kir û got: “Em heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîn û berxwedanê dewam dikin.”
Endamê Însiyatîfa Gel a Efrîn û Şehba Nacî Selame jî axivî û got: “Li ser Rêbertî komployeke mezin hat meşandin. her wiha dewleta Tirk a dagirker tevahî qanûnên navneteweyî bin pê dike.”
Meş bi diruşmên şermezarkirina tecrîdê û banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.