Kanala ROJAVA TV

DI KONGREYA JINAN A PYD’Ê DE TEKEZÎ BI BILINDKIRINA ASTA TÊKOŞÎNÊ HAT KIRIN

kongreya xwe ya 3ˊyemîn a Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê ku bi diruşma ˊFelsefeya Jin, Jiyan, Azadî misogeriya civaka exlaqî û siyasî demokratîk eˊ hatibû lidarxistin bi encamnameyekê bi dawî bû..

tê de tekezî li ser xebitîna ji bo xwegihandina li tevahî jinên li erdnîgariya Sûriyê bi taybet li herêmên dagirkirî û Girîngîdayîna pêşxistina parastina cewherî hate kirin..

Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê bi diruşma ˊFelsefeya Jin, Jiyan, Azadî misogeriya civaka exlaqî û siyasî demokratîk eˊ kongreya xwe ya 3ˊyemîn li dar xist.

Kongre bi tevlîbûna nêzî 400 delegeyên li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û derve li hola Serdem ya bajarê Hesekê hat organîzekirin.

Piştî axaftinan, kongre li pêş dezgehên çapemeniyê girtî dewam kir. Dûre mekanîzmaya xebata meclisê hat nîqaşkirin û erêkirin. Her wiha mecliseke nû ji 32 endaman hat hilbijartin.

endama meclisa jinan a PYD’ê Rîhan Loqo ji Rojava Tv re da xuyakirin ku armanc ji lidarxistina kongireyê ku çawa bikaribin asta têkoşîna jinan hîn xurtir bikin û piştgiriyê bidin tevahî jinan..

ji aliyê xwe ve endama meclisa jinan a PYD’ê Şerîfe Hesen da zanîn ku tevî şert û mercên zehmet û êrîşên dagirkeriya Tirk li ser herêmê wan bi dirûşma ” jin, jiyan, azadî” kongirê xwe lidarxistin..

Kongreya 3’emîn meclisa jinan a PYD’ê bi encamnameykê bi dawî bû tê de tekezî li ser xebitîna ji bo xwegihandina li tevahî jinên li erdnîgariya Sûriyeyê bi taybet li herêmên dagirkirî û Girîngîdayîna pêşxistina parastina cewherî hate kirin..