MECLISA JINÊN SÛRIYÊ CEZAYÊ DARVEKIRINÊ LI DIJÎ JINÊN ÎRANÊ ŞERMEZAR KIR
Meclisa Jinên Sûriyê bi daxuyaniyekê cezayê darvekirinê ji aliyê rejîma Îranê ve li dijî çalakvanên jin, şermezar kir û tevlîbûna xwe ya ji kampaniya na ji darvekirinê re ragihand.
Di daxuyaniyê de Meclisa Jinên Sûriyê kiryarên deryasayî yên li dijî rojnamevan û çalakvanên jin ên ku dengê heqîqetê temsîl dikin, şermezar kir.
Meclisê tevlîbûna nava kampanya îmzeyan a ku ji aliyê Yekîtiya Ragihandina Jina Azad ve bi dirûşmeya “Na ji darvekirinê re” hatiye destpêkirin, radigihand.
Di dawiya daxuyaniyê de Meclisa Jinên Sûriya bang li rêxistinên mafên mirovan, tevgerên jinan, rêxistinên rojnamegeriyê kir ku piştgirîyê bidin kampanyaya “Na ji darvekirinê re”.