SÊYEMÎN DEWREYA PERWERDEYÊ YA AKADEMIYA ŞEHÎD FERHAD DÊRIK HAT VEKIRIN
Nivîsgeha Perwerde û amadekirina rêveberî ya Rêveberiya Xweser dewreya perwerdeyê ya sêyemîn ji bo pişkîner, anku mufetîşên saziya Çavdêriya Giştî li akademiya Şehîd Ferhad Dêrik vekir.
15 endamên saziya çavdêriya giştî tevlî perwerdeyê bûne û dê perwerde heyama 15 rojan dewam bike.
Di perwerdeyê de waneyên li ser zagonên saziya çavdêrî , darayî û gumrikê tên pêşkêşkirin.
Her wiha waneyên li ser paradîgmaya neteweya Demokratîk jî têne dayîn.
Li gorî rêveberiya akademiyê, armanca wan xurtkirina pisporiya îdarî û yasayî ya xebatkarên saziya çavdêriya giştî ye.