Kanala ROJAVA TV

LI KOMÎNGEHA ŞEHÎD ŞÎLAN YA HELEBÊ PARÊZNAMEYÊN RÊBER APO TÊN XWENDIN

Di çarçoveya pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber APO de, li bajarê Helebê parêznameya 5’an a Rêber APO tê xwendin.
Bernameya xwendina parêznameyê li komîngeha Şehîd Şîlan ya girêdayî taxa Şerqiyê hate lidarxistin.
Bi dehan endamên komînan, nûnerên saziyan û rêxistinên jinan tevlî xwendina parêznameyê bûn.
Piştî xwendina parêznameyê ji aliyê beşdaran ve nîqaş jî têne kirin.
Her wiha li ser çawaniya pêkanîna felsefeya Rêber APO ya di nava tevahî qadên jiyanê de jî nîqaş tên kirin.
Ev demeke li seranserî herêmê xelekên xwendina parêznameyên Rêber APO têne sazkirin.