Kanala ROJAVA TV

NERAZÎBÛNÊN LI HEMBER ÊRÎŞÊN TIRKIYÊ YÊN LI DIJÎ SAZIYÊN XIZMETÊ BERDEWAM IN

Welatiyên bajarê Qamişlo û endamên Kongra Star êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî saziyên xizmetguzariyê û hedefgirtina sivîlan şermezar kirin.
Her wiha gotin, armanca êrîşan têkbirina aramî û ewlehiya herêmê ye.

Dîmenên bombebarana dewleta Tirk ya li dijî devera di navbera Nexweşxaneya Dil û Çav û Postexaneya bajarê Qamişloyê de ne.

Piştî têkçûna hewlên têkbirina aramiya Dêrazorê duh balafirên Tirkiyê ev dever bombebaran kir û di encamê de hejmarek erebeyên welatiyan, her wiha mal û milkên wan jî ziyaneke mezin dîtin.

Hevdem Tirkiyê duh gundê Bênê yê bajarokê Şêrawa yê kantona Efrîn-Şehbayê jî topbaran kir û di encamê de 4 kes birîndar bûn.

Êrîşên dagirkeriyê rastî nerazîbûna gel tên.

Endamên Kongra Star dibêjin, armanca dewleta Tirk a dagirker têkbirina aramiya herêmê ye.

Ji destpêka meha Tebaxê ve, dewleta Tirk derdora kargeha zeytê ya li bajarokê Girbawî yê başûrê bajarê Qamişloyê û çiyayê Kizwana yê ser bi Hesekê ve bombebaran kiribû.