Kanala ROJAVA TV

ŞAREDARIYA REQAYÊ DEST BI PROJEYA ÇAKSAZKIRINA KANALÎZASYONA TAXA EL-NEHDA KIR

MIHEMED HEMDELES - ÇAVDÊRÊ PROJEYÊ

Şaredariya Gel a kantona Reqayê bi hevkariya Rêveberiya Xwecihî û Şaredariyan, dest bi projeya çaksazkirina tora kanalîzasyona xerabûyî ya li taxa El-Nehda kir.
Destpêkirina projeyê bi piştgiriya yek ji rêxistinên civaka sivîl ên li Reqayê tê kirin.
Armanca projeyê guhertina beşek ji torên kanalîzasyonan bi dirêjiya du kîlometre û nîvan e, ji wan xetek bi dirêjahiya 1500 ye û bi firehbûna çil santîmetreyan e, û 1000 metre jî bi firehiya pêncî santîmetreyan e .
Li gorî agahiyan lêçûna projeyê 80 hezar Dolarên Emerikî ye.