DESTE Û YEKÎTIYÊN TENDURISTIYÊ ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER ŞERMEZAR KIRIN
Yekîtiyên tenduristiyê yên kantona Reqayê û desteya tenduristiyê ya kantona Minbicê êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.
Her wiha diyar kirin ku, hedefgirtina saziyên tenduristiyê li dijî tevahî yasa û zagonan e.
Bertekên li hember êrîşên dewleta Tirk ên li dijî binesaziya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê her ku diçin zêdetir dibin.
Têkildarî mijarê, yekîtiyên tenduristiyê yên kantona Reqayê bi daxuyaniyekê hedefgirtina derdora nexweşxaneya Dil û Çav şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin, piştî ku planên têkbirina aramiya Dêrazorê têk çûn, dewleta Tirk a dagirker dîsa berê xwe da binesaziya herêmê.
Her wiha hate diyarkirin ku, Tirkiyê bi van êrîşan dixwaze hevgirtina gelê herêmê û projeya Neteweya Demokratîk têk bibe.
Yekîtiyên tenduristiyê yên kantona Reqayê bang li civaka navdewletî kirin ku li hember van êrîşan tevbigerin û sînorekî ji êrîşên dagirkeriyê re deynin.
Têkildarî heman mijarê desteya tenduristiyê ya kantona Minbicê jî got, êrîşên li dijî nexweşxaneyan binpêkirina yasayên navdewletî ye.
Her wiha desteyê diyar kir ku, dewleta Tirk bi rêya êrîşên xwe dixwaze gelê herêmê ji xizmetên tenduristiyê bê par bike.
Di dawiyê de desteya tenduristiyê ya kantona Minbicê bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku, erkên xwe pêk bînin û êrîşan rawestînin.