TEVGERA HÎLALA ZÊRÎN PERWERDEYA GOVENDÊN FILKLORÎ LI SER ASTA KURDISTANÊ BI DAWÎ KIR
Bi armanca bersivdayîna kiryarên qirkirnê yên faşîsta Tirk a li dijî çanda Kurdî li Bakurê Kurdistanê, tevgera Hîlala Zêrîn a kantona Efrîn û Şehba ji bo bidawîkirina perwerdeya govendên Filklorî ya her çar perçeyên Kurdistanê çalakiyek hunerî lidarxist..
Çalakî bi tevlîbûna endam û rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û meclisên kantonê li hola Mîtan a li Ehdasê bi rêve çû..
çalakî bi deqeyeke rêzgirtin destpêkir, piştre sînefizyonek derbarê pawerdeya ku 15 rojan dewam kir hat pêşandan, piştre axaftin li ser navê koordinasyona tevgera Hîlala Zêrîn hat kirin..
piştî axaftinê komên govendê yên ku di perwerdeyê de beşdar bûn berhemên xwe pêşkêş kirin, çalakî bi xelatkirin koman bi dawî bû..