Kanala ROJAVA TV

KONGRA STAR: EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN KAMPANYA TEVGERA PENCEREYA HÊVIYÊ YA JINÊN AFGANISTANÊ

Kongra Star bi daxuyaniyekê tevlêbûna xwe ya ji bo kampanyaya tevgera Pencereya Hêviyê ya jinên Efganistanê ragihand.

Kongra Star di daxuyaniya xwe de got, Em bi tevlêbûna kampanyaya ku ji aliyê tevgera jinan a Pencereya Hêviyê ya li Efganistanê ve hatiye destpêkirin, yekitiya têkoşîna jinan didin diyarkirin.

Her wiha Kongra Star diyar kir ku, Têkoşîna jinan a li Axanistanê têkoşîneke hebûnê ye, têkoşîna jiyan û mirinê ye ku ji bo parastina destkeftiyên jinan û bilindkirina ala azadiyê ya li hemberî zilmê ye.

Di beşekî din a daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, her êrîşeke li ser mafê yek jinê, êrîşa li dijî hemû jinan e.

Di dawiya daxuyaniyê de Kongra Star bang li jinan kir ku asta têkoşîn û berxwedaniyê mezin bikin.