Kanala ROJAVA TV

ZANÎNGEHA ROJAVA LI SER GIRINGIYA FELSEFEYA RÊBER APO KOMXEBATEK LI DAR XIST

Di bin dirûşmeya “Tecrîd û Pêşîgirtina Fikirên Demokratîk û Civakî Yên Abdullah Ocalan” Zanîngeha Rojava li ser girîngiya naskirina felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, Komxebatek li dar xist .

Komxebat bi dirûşmeya “Tecrîd û Pêşîgirtina Fikirên Demokratîk û Civakî Yên Abdullah Ocalan” li Hola Civînan a Zanîngehê hate lidarxistin.

Komxebat bi beşdarbûna Însiyatîfa Sûriyê ya azadiya Rêber Apo, Akademiya Rêber Abdullah Ocalan a Zanistên Civakî mamoste û rêveberên zanîngehê , hate lidarxistin .

Di komxebatê de Behsa têkoşîna mezin a Rêber Abdullah Ocalan, pêşketina pêngava navneteweyî ya azadiya fîzîkî ya Rêbertî her wiha girîngiya naskirina felsefeya Rêber Apo bi rêya parêznameyan hat kirin .