Kanala ROJAVA TV

JI BER LEHIYA ÇEMÊ BELÎXÊ XELKÊN ROJHILATÊ REQAYÊ ZIRAR DÎTIN

Ji ber bilindbûna rêjeya ava çemê Belîx ya li rojhilatê kantona Reqayê, lehî rabûye û di encamê de ziyan gihaştiye mal û milkên xelkê

Ji ber zêdebûna rêjeya avê lehî rabûye. Di encamê de hem mal û milkên xelkên li peravên çem û hem jî zeviyên wan ên çandiniyê ziyan dîtiye.

Welatiyan bang li aliyên peywendîdar kirin ku alîkariya wan bikin.

Çavkaniya ava Çemê Belîx ji bajarê Girê Spî yê dagirkirî tê. Ji ber polîtîkayên Tirkiyê yên qutkirin û berdana avê ya ji nişka ve, lehiyên weha rû didin.