YRJ’Ê JI BO RAWESTANDINA KIRYARÊN DARVEKIRINA JINAN DEST BI KAMPANYA ÎMZEYAN KIR
Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) derbarê cezayê darvekirinê ku ji aliyê dadgehên Îranê ve li rojnamevan û çalakvanên jin Şerîfa Muhemedî û Pexşan Ezîzî hatiye birîn, dest bi kampanyaya “Na ji Darvekirinê Re” kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Îranê ev nîv sed sale bi bîrdoziyeke olperest û tundrew, zîhnîyeteke mêrsalarî hemû mafên jinan bin pê dike.
YRJ’ê ragihand ku li hember kiryarên darvekirinê, bi dirûşmeya “Na Ji Darvekirinê Re” wan dest bi kampanya komkirina îmzeyan kiriye.
Li gorî daxuyaniyê dê kampanya wan heta 19`ê Tebaxê berdewam bike.
Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) di dawiya daxuyaniya xwe de bang li rêxistinên navneteweyî, mafên mirovan û sendîkayên rojnamevanan kirin ku ji bo betalkirina biryara darvekirinê di nava liv û tevgerê de bin.