Kanala ROJAVA TV

TEV- DEM’Ê KONFERANSA XWE YA 5’EMÎN LI BAJARÊ HESEKÊ LI DAR XIST

KONFERANSA TEV- DEM'Ê BI HILBIJARTINA HEVSEROKÊN NÛ Û ENCAMNAMEYEKÊ BI DAWÎ BÛ

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê duh konferansa xwe ya 5’emîn li bajarê Hesekê li dar xist.

Di konferansê de Ebduselam Mehmûd û Remziye Mihemed weke hevserokên nû yên tevgerê hatin hilbijartin û konfirans bi encamnameyekê bi dawî bû..

ji giringtirîn encamên ku ji konfiransê hatin derxistin jî, dê azadiya rêber Abdulah Ocalan di serê xebatên pêşî yên tevgerê de bin.

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê konferansa xwe ya 5’emîn bi dirûşmeya “Rêxistinên civaka demokratîk misogeriya azadî, edalet û wekheviyê ne” duh li bajarê Hesekê bi beşdariya 500 endamên saziyên sivîl, tevgerên siyasî û rêxistinên civakî li dar xist.

Di konferansê de rapora salê ya tevgerê, perspektîfên siyaseta nîştimanî û rêzikname hatin xwendin. Her wiha rêzikname hat nîqaşkirin û hin guhartin hatin çêkirin.

Di konferansê de Ebduselam Mehmûd û Remziye Mihemed weke hevserokên nû yên tevgerê hatin hilbijartin û endametiya 100 kesan ji bo Meclisa Giştî hat pejirandin.

konferans bi encamnameyekê bi dawî bû û ji gingtirîn xalên wê jî weha ne:

Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê di serê xebatên pêşîn û berpirsiyariya tevgerê de be.

Destekdayîna pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd.

her wiha Destekdayîna qada perwerdeyê ya yekitî û rêxistinên civaka demokratîk di çarçoveya parastina cewherî de.

Avakirina meclisa jinan di sazûmaniya rêxistinî ya tevgerê de û Tekezî li ser girîngiya rola ciwanan ya di rêxistinên civaka demokratîk de bi rêya rêxistin û perwerdeyê.

Tevlêkirina hemû yekitiyan li komînan ji bo pêşxistina asta rêxistinî û xizmetguzarî ya komînan.

Girîngîdayîna lidarxistina kongreya nîştimanî ya Kurdistanî di vê qonaxa hestiyar de û Xebitîna ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî û misogerkirina vegera ewle ya koçberan.