ENDAMÊN KONGRA STAR YÊN EFRÎN- ŞEHBAYÊ PIŞTEVANIYA QSD’Ê DIKIN
Endamên koordînasyona Kongra Star yên kantona Efrîn û Şehbayê êrişên dewleta tirk ên li ser herêmê û êrîşên çekdarên Dîfa El Wetenî yên li dijî Dêrazorê şermezar kirin.
Her wiha endaman piştgiriya xwe ya bi QSD`ê re nîşan dan û gotin em ê heya dawiyê li kêleka şervanên xwe bin.
Dewleta Tirk a dagirker bi armanca qirkirin û tunekirina gelê herêmê bi her awayî êrîş dike û komkujiyan derheqê sivîlan de pêk tîne.
Êrîşên dagirkeriyê ji kantona Efrîn û Şehbayê bigre heya ber bi Minbic, Kobanê û Dêrika hemkoyê ve dewam dikin.
Di encamê de bi dehan sivîl jê jin û zarok têne şehîdxistin û birîndarkirin.
Hevdemî êrîşên dagirkeriyê, leşkerên Hikûmeta Şamê û çekdarên Dîfa Wetenî dixwazin tevliheviyê derbixin.
Têkildarî mijarê Endamên Koordînasyona Kongera Star ya kantona Efrîn û Şehbayê gotin ku, armanca êrîşan derxistina fitneyan û tunekirina gelê herêmê ye.
Her wiha Endamên Koordînasyona Kongra Star bang li eşîreyan kirin û dan zanîn ku, divê em destekê bidin hevdû û piştgiriya şervanên xwe QSD’ê bikin.
Li herêma Bakur û Rojhilatê gel li dijî êrîşên li ser herêmê bi bertek in û dadikevin qadan. Her wiha piştgiriya berxwedana QSD`ê dikin.