Kanala ROJAVA TV

DESTEYA TENDURISTIYÊ PROJEYÊN XWE YÊN ŞEŞ MEHÊN BORÎ AŞKERE KIR

Piştî bidawîkirina nîqaşa xebatên xwe yên 6 mehên derbasbûyî, Desteya Tenduristiyê ya kantona Cizîrê, hejmara projeyên ku di vê heyamê de pêk anîne, eşkere kir.
Vekirina Nexweşxaneya Zarok û Jidayikbûnê serkêşiya projeyên ku hatine kirine.

Çend roj berê Desteya Tenduristiyê ya kantona Cizîrê civîna xwe ya nîvsalane li dar xist û li ser hin kar û projeyên ku di sala 2024’an de hatine qedandin, nîqaş kir.

Di vê derbarê de hevseroka Desteya Tenduristiyê ya kantona Cizîrê Measêr El-Ebas ji Rojava TV re behsa projeyên herî girîng ên ku di heyama nîv salê de pêk anîne kir:

Measêr li ser zehmetiyên ku di nava vê salê de rûdane, diyar kir ku Desteya Tenduristiyê dixwast gelek projeyan biqedîne, lê rewşa heyî û gefên dewleta Tirk rê li ber vê yekê girt.

Ji destpêka damezrandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve, Desteya Tenduristiyê bi hemû derfetên xwe ji bo xizmeta gel dixebite.

Pêşîgirtina li ber belavbûna Koronayê û vekirina nexweşxaneyên cur bi cur, mînaka herî baş a xebata vê desteyê nîşan dide.