EZMÛNÊN TEMAMKER LI PEYMANGEHA AMADEKIRINA MAMOSTEYAN BERDEWAM DIKIN
Xwendekarên Peymangeha Amadekirina mamosteyan li kantona Cizîrê, ezmûnên xwe yên temamker didomînin.
Li gorî Rêveberiya Peymangeha amadekirina mamosteyan, li seranserî kantona cizîrê 244 xwendekarên salên yekem û duyem, ezmûnên temamker pêşkêş dikin.
Desteya perwerde û fêrkirinê ya Kantona Cizîrê ezmûnên temamker, anku tekmîlî yên peymangeha amadekirina mamosteyan ya sala xwendina 2023/2024’an didomîne.
Proseya pêşkêşkirina ezmûnan ji 15 tîrmehê ve dest pê kiriye û dê heta 27’ê heman mehê dewam bike.
Têkildarî mijarê Rêvebera Peymangeha Amadekirina mamosteyan ya Qamişlo Heyat Ebas ji ROJAVA TV re got, li gorî rêziknameya peymangehê, di qonaxa temamker de xwendekar dikarin ezmûnên 4 metryalan pêşkêş bikin.Her wiha xwendekara bi navê Hayîstan Eyûb behsa zehmetiyên ku bi ew pê re rû bi rû dimînin, dike.
Li gorî Rêveberiya Peymangeha amadekirina mamosteyan, li seranserî kantona cizîrê 244 xwendekarên salên yekem û duyem, ezmûnên temamker pêşkêş dikin.
Bi armanca xurtkirina sektora perwerdeyê, desteya perwerde û fêrkirinê di sala 2022’yan de, peymangeh vekirin.