YEKÎTIYA JINÊN CIWAN LI HELEBÊ PANELEK LI SER ZEWACA BIÇÛKAN LI DAR XIST
Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê di çarçoveya rêgirtina li ber zewaca biçûkan, panelek ji bo jinên taxa Şêxmeqsûd û Eşerfiyê li dar xist.
Panel di bin dirûşmeya ” Li dijî tûndiyê em bibin xwebûn” li dar ket û tê de bi dehan jinên taxê, jinên ciwan û endamên jin ên saziyan, beşdar bûn.
Di panelê de perspektîvên Rêber Abdullah Ocalan hatin xwendin û li ser zewaca biçûkan û çareserkirina vê diyardeyê nîqaş hatin kirin.
Di dawiyê de, jinan siloganên “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin û soza bilindkirina asta têkoşînê dan.