LI HELEBÊ JI BO RÊLIBERGIRTINA XWEKUŞTINÊ KOMXEBATEK HATE LIDARXISTIN
Malbenda Rewşenbîrî ya Helebê, ji bo nîqaşkirina sedemên xwekuştin û rêlibergirtina wê, komxebatek li dar xist.
Komxebat îro bi beşdariya nûnerên saziyên civaka sivîl, rêxistinên jinan û partiyên siyasî li taxa Şêxmeqsûdê hate lidarxistin.
Di komxebatê de behsa diyardeya xwekuştinê û sedemên wê hate kirin.
Her wiha rêûrêbazên rêlibergirtina vê diyardeyê û avakirina civaka wekhev jî hatin nîqaşkirin.
Piştre deriyê nîqaşê li pêşiya beşdaran hate vekirin û beşdaran nêrînên xwe bi parve kirin.