LI REQAYÊ SALVEGERA ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ HATE PÎROZKIRIN
Bi diruşma ˊBi rihê Şoreşa 19ˊê Tîrmehê em ê Rêveberiya Xweser xurt bikin û Sûriyeyeke demokratîk ava bikin ˊ Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê şahiyek li dar xist.
Di şahiyê de hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê Meşleb El Tirkan salvegera şoreşê pîroz kir û got: “Divê em destkefityên xwe biparêzin û agirê meşaleya li Kobanê hatiye pêxistin bilind bikin.”
paşê berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqa Buseyne Ebdo axivî û got: “Rola jinan di serkeftin û pêşketina şoreşê de aşkera bû. Şoreşa 19ˊê Tîrmehê bi pêşengiya jina azad şoreşa demokrasî, azadî, wekhevî û jinûve avakirinê ye.”
Çalakî bi pêşkêşkirina stranên ji hêla endamê navenda çandê hunermend Ehmed El Omer û koma Palmêra ya Hîlala Zêrîn û koma Helebê ve bi dawî bû.