Kanala ROJAVA TV

ŞAREDARIYA AMÛDÊ DEST BI KAMPANYAYA PAQIJKIRINA KOLANÊN BAJÊR KIR

 

Piştî rexnedayînê, şaredariya gel a bajarê Amûdê dest bi kampanyaya paqijkirina kolanên bajêr kir.

Xebatkarên deste û saziyên Rêveberiya Xweser û welatiyên bajêr beşdarî kampanyayê bûn.

Şaredariya Gel a bajarê Amûdê bi alîkariya deste û saziyên Rêveberiya Xweser dest bi kampanyaya paqijkirina kolanên bajêr kir.

Duh şaredariyê ragihandibû ku, ji ber rawestandina erebeyên daneheva gilêşê kêmanî di karê wan de derketiye û ji welatiyan daxwaza lêborînê kiribû.

Piştre şaredariyê erebeyên taybet kirê kirin û ji sibeha îro ve dest bi kampanyayê paqijiyê kir.

Ev kampanyaya paqijiyê heta paqijkirina temamê kolanên bajêr dê berdewam bike. Niştecihên bajêr jî ligel xebatkarên saziyan, tevlî kampanyayê bûn.

Ji ber êrîşên Tirkiyê yên li dijî binesaziya herêmê, şaredarî jî di nav de gelek deste û saziyan zirarên mezin dîtin û piraniya alavên wan rûxiyan, lê dîsa dezgeh û deste berdewamiyê didin xebatên xwe.