GERÎNENDEYA BELGEYÊN SIVÎL LI DÊRA ZORÊ DI NAVA KAR Û XEBATÊ DE YE
ji bo hêsankirina bidestxistina mafên xwe yên mazota germkirinê, girînendeya Belgeyên Sivîl a girîdayî desteya Hundirîn a kantona Dêra Zorê, belavkirina kertan li ser welatiyan didomîne.
hevserokê girînendeya Belgekirina Sivîl a kantona Dêrezorê Awad El-Muhemîd diyar kir ku, Li gorî encamên konferansa xurtkirina ewlehiyê, girînendeya Belgeyên Sivîl li kantonê bi aktîvkirina hemû beşên xwe dest bi karê xwe kir.
El-Muhemîd got:”Ji bo kêmkirina azarên xelkê û zehmetiya çûn û hatinê ji bo wergirtina belgeyên nasnameyê, wan navendek li herêma rojhilatê bajarê Hecîn vekir da ku belgeyên pêwîst ji şêniyan re bidest bixin.”
Ji aliyê xwe ve hevseroka gerînendeyên belgeyên sivîl Reşa Mihemed destnîşan kir ku ew ê di demên pêş de bûroyek taybet a serjimêriyê di girînendeya Belgeyên Sivîl de, ji bo bidestxistina serjimêrek rast ji xelkê kantona Dêrezorê vekin.