Kanala ROJAVA TV

JI BER BILINDBÛNA PILEYÊN GERMAYÊ NEXWEŞIYA LÊDANA TAVÊ ZÊDE BÛYE

Ji ber bilindbûna pileyên germayê, nexweşiya lêdana tavê li Reqayê zêdetir bûye.

Desteya tenduristiyê ji bo parastina jiyana welatiyan tedbîr wergirtine. Her wiha alav û amûrên pêwîst li nexweşxaneya niştimanî ya Reqayê bi cih kirine.

Bilindbûna pileyên germayê li seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bûya sedema belavbûna nexweşiya lêdana tavê.

Desteya Tenduristiyê ji bo parastina jiyana welatiyan, gelek rêkar û rênimayên pêwîst wergirtine û bi berdewamî welatiyan hişyar dike.

Nexweşxaneya Niştimanî ya Reqayê di wê çarçoveyê de amadekariyên xwe yên pêşwazîkirina nexweşan bi dawî kiriye.

Li gorî amaran nexweşxane rojane pêşwaziyê li derdora 50 kesên ku ji ber zêdebûna germayê nexweş bûne, dike.

Xebatkarên nexweşxaneya Niştimanî ya Reqayê diyar dikin ku, ew xizmetên tenduristiyê pêşkêşî nexweşan dikin.

Desteya Tenduristiyê ji welatiyan daxwaz dike ku di demjimêrên herî germa zêde de, anku di navbera saet 12 û 3’ê ye dernekevin derve û bedena xwe ji nexweşiyan biparêzin.