Ş. YUSRA, LEYMAN Û FERAT LI KANTONA CIZÎRÊ HATIN BIBÎRANÎN
Ji bo bîranîna şehîd Yusra, Leyman û Ferat edan xelkê kantona Cizîrê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantonê berê xwe da Goristana Şehîd Îsmaîl a Amûdê û Goristana Şehîdên Suryanê ya li taxa Siyasî.
Beşdarên bîranînê destnîşan kirin ku bi fedakariyên her sê şehîdan di pêşxistina pergala Rêveberiya Xweser de, parastina destkeftiyên Şoreşa 19ˊê Tîrmehê kir.
Di 20’ê Heîzrana 2023ˊyan de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê şehadeta hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, cîgira hevserokatiya meclisê Leyman Şewêş û endamê meclisê Ferat Toma ragihandibû.
Ew her sê di bombebarana artêşa Tirk a dagirker li dijî erebeya wan li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê şehîd bûbûn.
Ji bo bîranîna şehîdan bi sedan xelkê kantona Cizîrê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantonê berê xwe da Goristana Şehîd Îsmaîl a Amûdê û Goristana Şehîdên Suryanê ya li taxa Siyasî.
Li Goristana Şehîd Îsmaîl a Amûdê beşdarên merasîma bîranînê destnîşan kirin ku bi fedakariyên her du şehîdan di pêşxistina pergala Rêveberiya Xweser û parastina destkeftiyên Şoreşa 19ˊê Tîrmehê kir.
Li Qamişlo jî şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê, meclisa bajarê Qamişlo û endamên Partiya Yekitiya Suryan serdana Goristana Şehîdên Suryan a li taxa Siyahî kir û şehîd Ferat Toma bi bîr anîn.
Li wir hevseroka Meclisa Rêveber Vîvyan Osê behsa armancên dewleta Tirk a dagirker ji êrişan kir û got: ”Armanca wê qirkirina gelên herêmê, derbekirina projeyên demokratîk a bi nûnertiya Rêveberiya Xweser û fikra neteweya demokratîk e.”
Vîvyan wiha domand: “Em Rêveberiya Xweser, soz didin şehîd û gelê xwe ku em ê li ser şopa şehîdan bin, plan û êrişên dijmin têk bibin.”
Di dawiyê de mûm li ser gora şehîd hatin pêxistin, diruşmên şehîd namirin bi zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî hatin berzkirin.
Jinên tekoşer Lêman Şiwêş û Yusre Derwêş, mîna bi dehan jinên pêşeng di nava şoreşê de cihê xwe girtin û muhra xwe li dîrokê dan.
Her wiha di pêşxistina pergala Rêveberiya Xweser de roleke giring lîstin û di oxira vê yekê de gihiştin asta şehadetê.