DEPOYÊN DÊRAZORÊ KETIN XIZMETÊ Û DEST BI WERGIRTINA GENIM KIRIN
Di çarçoveya cîbicîkirina biryarên konferansa bihêzkirina ewlehî û aramiyê li Dêrezorê, Rêveberiya Sivîl li Dêrezorê dest bi nûjenkirina depoyên çementoyî kir û piştre dest bi wergirtina genim ji cotkaran kir.
Rêveberiya depoyên çementoyî yên Dêrazorê diyar kir ku wan di roja yekem de 400 ton û ya duyemîn jî 800 ton ji cotkaran wergirtin û dê bi rojan re mîqdara wergirtinê zêde bibe heya ku bighêje 1800 ton genim di rojê de
Rêvebiriyê da zanîn ku dibe ku kapasîteya depokirina genim bigihêje 150 hezar ton, her weha depoyên metal ên li devera 10 kîlometreyî jî bi 12 hezar ton genim werbigre
Rêvebiriyê piştrast kir ku hemû depo ji aliyê pisporên ku kursên akademîk û zanistî derbas kirine ve têne birêvebirin.