Kanala ROJAVA TV

NIŞTECIHÊN KAMPA EBÛ QUBÊ’I BI ÇAVÊN VEGERÊ CEJNA QURBANÊ PÎROZ DIKIN

Bi hezaran koçberên kampa Ebû Qubê’i ya ku dikeve rojavayê kantona Reqayê, bi hêviya vegera li warên xwe Cejna Qurbanê pîroz dikin.
Di Cejna Qurbanê de ji bo serjêkirina qurbaniyên cejnê xelk li hev kom dibin û li xizmên xwe belav dikin.
Kampa Ebû Qubê’i bi dehan malbatên ji bajarê Idlibê yên ku ji ber şerê di navbera Mûxalefet û Hikûmeta şamê de derbider bûne, dihewîne.
Koçberên kampa Ebû Qubê’i hêvî dikin ku vegerin warên xwe û li wir di rewşek baştir de Cejna Qurbanê pîroz bikin.