Kanala ROJAVA TV

LI HESEKÊ JI BER AVA QIRÊJ ROJAN E BI DEHAN ZAROK BI JEHRÎ DIKEVIN

Rojane bi dehan zarok û kesên bi temen li bajarê Hesekê ji ber ava vexwarinê ya qirêj rastî nexweşiyên ‎jehrîbûn, rûvî û gurçikan tên.‎

Nexweşxaneya Niştîmanî ” El Wetenî” li bajarê Hesekê vê dawiyê bi sedan rewşên nexweşiyê ji ber ‎qirêjiya avê tomar kirin, ku piraniya wan zarok in.‎

Nexweşxaneyê nêzî 40 heta 50 rewşên lezgîn ên ku bi jehrîbûnê têne teşxîs kirin, werdigire, ku dibe ‎sedema qeyranek ku ji kapasîteya nexweşxaneyê zêdetir e.‎

Nexweş ji ber qeyrana avê ya ku li bajar tê jiyîn bi gazinin, ji ber ku karîna wan a aborî tune ku ava ‎sahrîcan bikirin û daxwaza çareseriyê dikin.‎

Li gor amarên nêzîkî nexweşxanê, di heyama vê mehê de hejmara hejmara nexweşan gihîştiye hezar û ‎‎2 sed rewşên jehrîbûnê û rojane ev hejmar zêde dibe.‎